kabrayek daykêkî pîrî ebê nexoş ekewê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  675 Dîtin

em çend qiseye «fazil miḧemed ḧiseyn» le suleymanîyewe bo «řişte»y narduwe:

kabrayek daykêkî pîrî ebê, nexoş ekewê, melayek bang eka ke yasîn leser daykî bixiwênê. lew kateda ke mela xerîkî yasîn xwêndineke ebê, kuře qaşe şûtîyekî sûrî geyştûy cwan eda be daykî ke bîxwa, dayke hîç destî bo nahênê, tumez mirduwe. melaş her xerîkî yasîn xwêndinî xoyetî. kuř řûy tê eka û ełê: «mela bîweřewe, bîwřewe tiřya we kêrta, caran bo twêkłe gwawêk hezar ganî eda, êsta nawe sûrekeyşî naxwa! de îtir bîwřewe!»