caran ew deştî dizeyîye melay zor kem...
caran ew deştî «dizeyî»ye melay zor kem bû, le de dwanze gundida beḧał gundêk melayekî tya hebû, «mela miḧemedî beheşt firoş» le gundî «quştepe» da’enîşt. ew melaye le cejnanî řemezana serî ehlî hemû awayîyekanî çak ekirdewe û serî fîtrey hemûyanî wer’egirt. le naw kirmancayetîşa layan waye, ser her řojî cejin çak bikirêtewe, egîna bernakewê, melaş xoy pêy ne’ekira her řoje beser hemû gundekana bisûřêtewe û seryan çak bikatewe, her ewey pê ekira yek dû dê bigeřê. ca awayîyekanî tir pêyan ewt: «mamosta xo serî êmet çak nekirdîtewe, ku serfîtret bideynê?» ewîş eyut: «babim min her le beyanî řojî cêjnêwe be fître serî hemûm çak kirdîtewe!»
mebestekeş eweye, goya ser le beyanî lew dêyeda ke lêy buwe, çuwete qerax awayîyeke penceyekî dirêj kirduwe be dêhatekanî tira û fîkeyekî bo kêşawin, îtir bem core ew serî hemûyanî çak kirdotewe!
em çend qiseye «fazil miḧemed ḧiseyn» le suleymanîyewe bo «řişte»y narduwe.