dû kabray kurdî tawe gozî çûbûn bo...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  613 Dîtin

dû kabray kurdî «tawe gozî» çûbûn bo hełebce bo şitumek kiřîn, yekêkyan pîrêkî besałaçû û pişt komawe bû, ewî keyan barîkêkî lawazî bê tîn bû, wa dyarbû le dû xêł bûn, kone qînêk le beynyana hebû, ber pilarî yek ne’ekewtin, lewêda be řêkewt tûşî yek bûn û bû be şeř û cinêwyan be yek eda, kabray lawaz řûy kirde pîreke û pêy wit: «biço wew lawe hey segî gûkerî pişt hîz, yêjî jîkewanî hatgîse yek, toyş nawî xotit nagese pyag?»

inca pîre pişt komawe bewî wit: «kure to biço bewlawe bikem we qingî daykitewe, yêjî pyagî çawî çarerêt, wexwa hîç çewrit nakem û etkem we qingî kera.» lawazekeş pêy witewe: na, eykem we qingî xota xastire?