mela qadrî byare zaway şêx řezay...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  713 Dîtin

mela qadrî byare zaway şêx řezay ’ebabeyle ebê. şêx řeza nwêj nakat, mela efermiwê: yaşêx to seydît û řîşt sipîye û xezûrî minîşî, çon ebê nwêj nekey? nabê, ebê her bîkey. ewîş ełê: mela nwêjim pêwe naye, be xezûr xezûr memgê! mela her wazî lê nahênê, ta axrî hełî egrê û ew şewe eçin bo mizgewt bo nwêj.

nwêj da’ebsitin û şêx lew wexteda eçê bo «sicde», bo negbetî, dûpşikêk pêwey eda! le taw janî dûpşikeke kitupiř bayekî gewrey lê ber ebê! zor terîq ebêtewe nwêjeke ebřê û dest eka be cinêwdan be mela û ełê: min ełêm nwêjim pêwe naye ew her ełê nwêj bike, lay waye mareyî daykî be sermeweye!