kabrayekî hewramî legeł jinêka dest têkeł...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  731 Dîtin

kabrayekî hewramî legeł jinêka dest têkeł eka û dewrêkî zor be geme û gałte řay’ebwêrin, le paşan kabra eçê bo ḧec û le ḧec tobe eka û xoy le hemû gunaḧê eşwatewe û egeřêtewe bo wiłat, ke nizîkî awayî ebêtewe gwêy le dengî «syaçemane» ebê, dengeke karî tê eka, ke çak gwê řa’egrê seyr eka eme dengî jine dostekeyetî! wa beser dar tuwêkewe tû etekênê û derpêşî le pya nîye! ke bemcore çawî pê ekewê hewesî caranî heł’estêtewe! pêy ełê:

«çeman û caranê ḧacî, weze řa ba yewî kermê, melwa ḧecêkî tirit pey kiřûte!» wate: çawekanî caranî ḧacî were xwarewe ba, yekêkî tir bikeyn eçim ḧecêkî tirit bo ekem!