lew binarî şarezûre pîrêjnêk hebû pûre...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  847 Dîtin

lew binarî şarezûre pîrêjnêk hebû «pûre aman»y naw bû, be pare zor nawbangî derkirdibû, çend dizêk kewtine ser ewe wîstyan biçin parekey lê bidzin, şewêk eçne serî û dewrey małekey eden. pûre aman hest eka û xewî lê nakewê. dizekan be dewrî xanuwekeda biław bûnetewe, bo ewey yektir agadar ken dest eken be fîke fîk, pûre amanîş fîkeyekî kird be naw fîkekana û wekû ewan destî pê kird! yekêk le dizekan lêy hestaye ser pê û witî:

pûre amanê pûre amanê
fîke fîkte û kêrit kwanê?

pûre amanîş witî:

min fîke ekem ta diz bitirsê
diz le kêrî min boçî epirsê.

dizekan îtir be şipirzeyî geřanewe!