mela tofîq ḧacî biraym le suleymanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  846 Dîtin

«mela tofîq ḧacî biraym» le suleymanî gêřayewe û witî:

kabrayek le dêy «awkurtê» hebû, wîstî jin bênê, her çonê bû afretêkyan bo dozîyewe û hênay. şewê ke çuwe lay bo ewey bibê be zawa, řwanî afret dane çîřyetî û jan eygirê! kabra tûře bû, mûy simêłî řast bowe û wîstî jine bikujê, afret ke bemey zanî pêy wit: pyaweke eme karî xwaye, toyş nabê le karî xwa larît bêt, řaweste ba mindałekeman bibê. le paş ewe xwa -kuřêkî da!! şewêk ke dewryan çoł bû, pyawey dana û boy bas kird. witî: pyaweke! le bîrte ew sałe ke şêx teşrîfî hat, řoḧim be saqey bê, fermûy nabê kes des le karî xwa bida, we herçî be çaw neybînin baweřî pê meken. bem qisane kabray sard kirdewe cwan gwêy bo şil kirdibû, emca em bendaney be serda hełda.

şam û şîraz û şîtir
kardû û gêlaxe û kengir
mangêkyan nawit birdim
dû mangîş amuşot kirdim
dû mang û nîw destigîran
dû mang û nîw xenebennan
no řojîş zemawendit bo kirdim.

eme no mang û no řojekey! tuxwa pyaweke bes nebû şeytan em tawaney pê nekirdî ke xom û mindałekem bikujî! ke emey wit kabra hełsa û pelamarî destî jiney da û maçî kird û witî: be xuday jinî zîrek û ’aqił bekełke, aferîn jineke bo to, ke minit lem tawane gêřayewe.