eḧey kiřnû her le suleymanî pyawêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  1282 Dîtin

«eḧey kiřnû» her le suleymanî, pyawêkî qise qut û gałteçî û nuktebaz bû, çi qisey, çi kirdewey, hemûy her nesteq bû, nawbangî le hemû layek peyda kirdibû, ew îşey ke be naw be destîyewe bû şerbetfiroşî bû, bełam leber ewey le barî guzerana zor řêk nebû, her îşêkî be destewe bihataye her eykird, emaneş bo nanî fate, keçî nanî fateş her dest ne’ekewt!

ew serdeme suleymanî şwênî jyanêkî tir buwe, dinya wekû êsta gałtey be xełk ne’ekird, ke be şew û be řoj xerîk bin û keçî her pêşî negen! ew şare cêgay řabwardin û hewargey nukte û qisey xoş bû, ke êwarê da’ehat dîwexanekan germ ebû, be qisey nesteq û bebê diłtengî řayan ebward, ya le çaxanekan le paş nwêjî xewtinan, ḧeqayetxiwanekan be dengêkî cwan dastanî řojgarî konyan egêřayewe û pyawekanîş lêyan ko ebûnewe, le gelê şwênî tirîş, etbînî desteyekî wekû deste guł řê ekewtin le der û dirawsê û nasraw, her şewe le małî yekêkyan ko ebûnewe be gorewîbazî û fincanên, ser êwareyan enûsand be melabangidanî beyanîyewe. eme bû řabwardinî caranî suleymanî, îtir wekû êsta ne «qebuł»y jinan serî le pyaw têkdabû, ne wêney «fîlmî sînema» serî le jin têk dabû.!

ca êwareyek çend kesêk le dirawsê dukanekanî eḧey kiřnû qise eken be yek, ke paş nwêjî şêwan biçin bo małî eḧe û nanî êwareşyan bixen beser ewa û bem boneyewe nukteyekî pê bigêřn! êwarê dadê û hemû lê eden eçin, «selam ’elîkim, selam ’elîkim» de dwanze kes eçne jûrewe. ew wexte kursî û sengilî nebû, kewş da’ekenra û da’enîştin emaneş hemû pêlawekanyan dakend û çûn leser beře û ḧesîre şiř danîştin û xałe eḧmedîş bexêrhatnî kirdin.

înca wityan: xałe eḧmed, ewî řastî bê wîstiman em êwareye le małî êwe nan bixoyn, ca toş îtir keyfî xote. xałe eḧmedîş espê le gîrfanya fetaḧ paşa eka!! ełê: yaxwa bexêr bên, tozê sebirim lê biken, êwe bo xotan be qisewe xerîk bin, min le małewe her xom û jinekemîn, xoy be tenya pya řanaga nan dirust ka! eçim tozê ser û karî ekem û dêmewe xizmettan. ełên: biřo wa ême danîştûyn.

dête derewe, çî kewş û qonerey ewane lewê danrawe, hemûy ko ekatewe û eyxate tûrekeyekewe û eyda be şanya, xêra be pelepel eyba bo bazař pîneçîyek hêşta dûkanî hełnegirtibû, hemûy efroşê bew, parekey eba û eyda be kebab û egeřêtewe bo małewe, boyan da’enî û ełê: lêm bibûrin êwe le nawexta hatin, bem dem û deste le kebab zyatir cêbecî nebû! ewanîş gelê le xoyan ebûrnewe û dest eken be nan û kebab xwardin, carcarîş seyrêkî yek eken ke penêkî çakyan be xałe eḧmed da: têr û piř exon û xałe eḧmed xoy û jinekeşî be dyaryanewe da’enîşin û ewanîş têr exon. paşan be qisey xoş řa’ebwêrin ta direngêk û îtir heł’estin bo řoyştin, ke eçne derewe kewşekanyan dyar nîye! ełên: kwa kewşekanman? ełê: xwarditan! ełên çon xwardiman? ełê: ḧîzbabîne segcisnîne, boç latan waye min ḧeme qedoy musiłim û ḧeme aẍay koyem bênim bew nîweşewe nan û xwan bo êwe řakêşim? axir nałên em segbabe le kwêy bû em řeweye dirust bika? keranbawgayîne ewe dertan bê. ew kebabey ke quzełqurtitan kird parey kewşekanî xotan bû, be kwêrayî çawtan, xom û jinekeşim têrman lê xward! egeřênewe jûrewe û dergakeyan leser da’exa û lêy da’enîşê!!

ewanîş le dîwî derewe, herçend qise eken û cinêw eden, hîç kełkî nabê, goł goł be pêxawsî her yeke eçnewe bo małî xoyan û beyanî eçin kewşekanyan le pîneçîyeke ekřinewe.

kabrayek hebû «xałe weyse»y nawbû, jinêkîşî hebû pêyan ewt «pure xaze», dewrî gencîyan pêkewe řabwardibû, xałe weyse řîşêkî topî deme demî maşubirincî cwanî pêkewe nabû, lem dewreda çû jinêkî tirî cwankełey hêna û nawî «nazê» bû, pêyan ewt «naze».

dyare wekûw -şer’- efermiwê «xałe weyse» şewêk le lay xaze ebû, şewêk le lay naze! ew şeweke le lay naze ebû, naze mûyekî sipî le řîşya ebînî leber ewe pêy naxoş bû be pence cwanekanî hełî ekêşa! ew şeweş ke le lay «xaze» ebû ewîş mûyekî řeşî le řîşa ebînî leber ewe sipîyekan zor derkewn û le berçawî naze bikewê ewîş ewey heł’ekêşa!

zorî pê neçû, xałe weyse wekû mirîşkî aweřûtkirawî lêhat mû be řûmetîyewe nema, ca lêyan epirsî: xałe weyse ewe řîşeket çî lêhat? ewîş eyut:

nîwey kewte dest xaze
nîweşî çuwe lay naze
xoyşim kewtime cambaze!

kewate eger yekê byewê hemû řojê dest be řîşya bênêt û nekewête cambaze, her be fatîley xoyewe dakewê baştire. xo eger dest be řîşa hênanîşî nawê, hemû řojê pêş nwêjî şêwan be gwêzanêkî tîj řîşekey bitaşê ba her be mirdinî xoy bimrê, newek be janî hełkêşanewe! ew wexte bo cambazekeş eger syanîş bê qeynaka, gom heta qûłtir bê meley xoştire!