kabrayek îşêkî legeł jinêka lê qewmabû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  935 Dîtin

kabrayek îşêkî legeł jinêka lêqewmabû lêy aşkira bibû, birdyane lay qazî bo ewey pirsyarî lê bika û be tołey xoy bigeyenê, qazî ew serdeme nûserêkî leber desta bû le katî «muḧakeme»da her pirsyar û wełamêk ke eykird û werî egirtewe nûsereke eynûsî, êsta pêy ełên «katib zebit». ca qazî le kabray pirsî: de řołe qise bike bizanim çon ew îşet kird? hemûy bigêřewe! ewîş witî: qurbanî lay řan bûyn, herwa gememan ekird, le paşan min destim kewt le lařanî ew, ewîş destî kewte xwar nawkî min. wirde wirde pałman da be yekewe, destiman kirde milî yek û maçî yekman kirdewe. (ewa her şitêk em eyłê, qazî be «katib zebit» ełê bînûse û ewîş serî şoř kirduwetewe be ser qaqeza û eynûsê) paş ewe min derpêkem dakend û ewîş derpêkey xoy dakend, le diła zor diłim pêwe bû, destim bird her dû qaçim berz kirdewe û çûme naw gełyewe, kawrakey xomim girt û name ser dwa biřawekey ew, xo...

ke qisekey geyşte em şwêne kabray «katib zebit» witî: «he, he, he, se, se, sebirke carê» û belada hat û xaw bowe û qełemekey le dest kewte xwarewe.