be řeng û řayḧe û lezzet nimûney cennete çayî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  638 Dîtin
be řeng û řayḧe û lezzet nimûney cennete çayî
wicûdî mucîbî keyfe, nebûnî ḧesrete çayî
belaẍî nutqe bo ’alem çiraẍî şewqe bo meclîs
nezergahî diłe herdem ’ecayb nî’mete çayî
le tarîkî şewî ẍemda semawer şem’e hełdekirê
hemû kes bote perwane ke def’î mîḧnete çayî
be nałey sîne derwêşe be eşkî xwênî dił řîşe
be def’î ẍefłet û nûstin yeqîne sefwete çayî
le tekye wixaneqa û mizgewt be da’îm řabîtey dekirê
dûsed te’wîlî bo dekirê ḧizûrî ’îsmete çayî
meḧebbet pîr û hem pîre heta mindałî yek sałe
řefîqe bo sefer yaran enîsî weḧşete çayî
be ẍeyrez erze lunnasan nîye ẍeybetkerî çayî
xewasan şahîdin ’asîNasnava edebî ke ehlî medḧete çayî