ḧemdulîlla kundî negbet wa lenaw kurdan fiřî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
3 Xulek
817 Dîtin
ḧemdulîlla kundî negbet wa lenaw kurdan fiřî
baz û pîroze ke hatin wirgî şûmyan hełdiřî
bay nesîm lutfî xwa bû baweşênî kurdî kird
agirî fîtne lenawman gurgî har bû derpeřî
şêrî aştî kewte şwênî řayřfand ta kilkî girt
agirî berdaye ’umrî takû tuba lêy xuřî
řûḧ û wîcdan û şeref hat geyye ser ewcî mirad
destî da şimşîrî ’edil û saxte karî gwê biřî
mijde bê bo ew ře’îse ’umrî nwêy nûsrayewe
beḧrî ḧîlmî mewcî ’efwî ’alemî xiste ḧuřî
bo beyanî ḧeq û tołey qewmî bê çarey feqîr
zû berokî zułmî girt û ta bedamen daydiřî
şêrî meydanî şeca’et melce’ûme’way hejar
mişkî neḧsî têk şikand û dest be cê řûḧî biřî
wek zemane bûbe kantîn babetî dana tewaw
mişterî fezil û şeref bû qewmî kurd herdûy kiřî
gewrekanî qewmî kurdî zor řicatan lê dekem
bibne yek parçe hemûtan herçî řoyî têpeřî
bezmî şayî çend cwane têkełe kurd û ’ereb
zor şikwî bed goy fesadîş lew myane derpeřî
bay sirûre řadejênê seyrî beydaẍî necat
awî emnîyet lenawman jengî şûmî zû biřî
fursete kewtote destiman sed dexîl xoragirin
ew kese merd bû le meydan zû nîfaqî serbiřî
waznehênin dest wibird ken piştî yektir ber meden
hêzî yekřengî behêz ken řojî řoyî û têpeřî
lêk bibûrin merdî xwabin ta nîfaq samtan neba
çaw le yektir zû bipoşin wek piłing bin bo diřî
wek beşîrî hatne meydan her beşîrî biçne pêş
waz le dûlayî bihênin wek be xwên xaktan kiřî
çunke hawdîn wizmanîn ḧeyfe be xuda tefreqe
řût le zindanî beła ka bedzimanî sîxuřî
her birabûn herbirabin kake gyan kurd û ’ereb
boçî kurd bê beş bimênê ’alemî pê hełpeřî
gwê mede basî ewane dîn ke kurdî xiste dwa
ew kesey piştî ledîn kird seyrî ke çon tê tiřî
ba lenaw tomarî mêjû nawî em řoje binên
cêjnî îstîqrarî kurd wem ’ereb turk û luřî
xwaş merencênin le xotan el’eman û sed dexîl
lutfî xwa bû piştî xistin xakî kurditan dabřî
pişt be xwa bestin ’ezîzim řenceřon ger wanebin
şêrî xwa be herdû çawim gerçî pîrî her kuřî
ya îlahî her bimênê ta ebed em xoşîye
wa lenaw kurdî ’îraqa kundî negbet hełfiřî
zor be ’îzzet her bijî kurd ta felek dewraneka
şêr û şêr beççe bimênin bê xîlafat û şeřî
’asîNasnava edebî teb’î çend xeyate çon leyek parçe ẍezel
her be endazey şeca’et em kewa cwaney biřî