mersîyey mela emîn şikak

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  627 Dîtin
bîst û ḧeftem mangî řojû kewte girye asman
bo melamîn hate cunbuş çerxekanî dûdman
ew nimûne û cewherêk bû bo hemû kurdî şîmal
ḧesreta tîẍî ecel hat leḧzeyek neyda eman
şêrî naw bêşey dyanet peyřewî şer’î şerîf
tabî’î řêgey hîdayet hem emînî nîştiman
sed esef derçû le destiman mexzenî ḧîlim û şeref
ye’nî xettatî letîf û nîk xulq û ’alî şan
yek hezarunoseduḧeftawçiwarî zayînî
koçî dwayî kird le dinya îstîqaley kird le jyan
ew lebîb û xułq xoşe xway legeł bê têpeřî
daxekem bo ew nimûne çû le kîsî kurdekan
su’alim kird le fîkirî xom lebo te’rîxekey hîcret
balẍinî alkirîmErebî baş be ebbiced bû beyan
wa le xway dawaye ’asîNasnava edebî lêy bibûrê gişt gunah
bîbene xuldî berîn û pêy biłên cennet mekan