wan le gêjî beḧrî cehla werne der ey gencekan

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  687 Dîtin
wan le gêjî beḧrî cehla werne der ey gencekan
’îlme papořî necattan tê bikoşin řołegyan
nek le řêbazî jyana tûşî kospey ẍem bibin
’îlme lenger bo sefînet hem qełate bo jyan
’îlme netxate hewa û çende çuste seyrî ken
çon be yek leḧzet ebate ’asîmey bêganekan
’îlme zêř û ’eqłe tîzab cewherit baş derdexa
çunke mîqrobe ’ezîzim nawî bê ’eqłî û nezan
xot beserxe to be ’îlim û baş be řêy ’eqła biřo
her be ew dwaneş be derkewt ḧîkmetî luqmanekan
řołe bê ’eqłî be pare qet nekey bikřî eto
ta lejêr beydaẍî ’îlma baş bijî ey newcewan
her leser kursî şeref be ’îlim û ’eqiłit maye bê
nek bebê ’eqłî bikewye qujbin û kołanekan
ger le řêy tarîkî cehla to çiray ’îlimit hebê
’eqłî kamil patrî bê deçye řîzî gewrekan
to şi’ûrit ger tewaw bê baş temaşa ke be çaw
wa le berçawte be qurban warîdatî ’îlmekan
fursete zû tê bikoşin ba le destan derneçê
bibne lomey lomekaran yane bednawî cîhan
’îlim û ’eqiłit herdû hîçe ger îta’ey xwa nekey
kwêrî deştî meḧşerî to tê bige ey newcewan
ẍeyrî çake û hem selaḧit sûdî nabê çawî min
detxene zindanî agir bêkes û bê piştîwan
ger be diłtanîş nebîtin lêm bibûrin kakî min
min şi’ûrim herwehaye çunke ’asîNasnava edebîm lawekan