daye dest bazûyî qudret wa qeza tîẍî ecel

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  666 Dîtin
daye dest bazûyî qudret wa qeza tîẍî ecel
leşkir û hêzî jyanî yek be yek kirdin feşel
dest û çaw û laq û ejno simit wibê taqet bûn
gişt zelîlî derdî pîrîn wek esîrî fî alimsilErebî
hende bê hêz û zebûnin ẍîretyan têda nema
deşt û seḧrayan leberçaw bote hewraz wicebel
çit le ême û çit le xot kird pêm dełên ey nabekar
ême boçî xelq bûyn û çon be êmet kird ’emel
nefsî xot kirde ře’îs wi’êmeşt kirde ẍulam
ta le cêy gencî ’îbadet řêy hewat kirde bedel
xak be ser ême le dest to quř be ser toş ey nefam
çon biçîne řûy mewla şermesar û piř zelel
wazî lê bêne le dunya dujminêkî xoy nîye
řû le mewla ke le mewla muxlîsane bê xelel
em ’ecûze şêwe qeḧpe taze xoy kirdote bûk
towî ḧîrist pê neçênê neçîye naw dawî emel
’umrî xot bêne jimare bêne berçaw kirdewet
gewherî gencî jyanit serfî çit kird bed ’emel
ey demaẍ û kelle xałî çit le xot kird bê şi’ûr
bo tîcaret neqdî xalîs her řewace nek deẍel
’ucb û meẍrurî û tekebbur hem řya û buẍiz û ḧesed
seyrî şeytanyan peya kird mezherî kifir û cedel
eşhedubîlla le dunya bê ḧeya bûy ’asîNasnava edebî ya
bê wefa bûy derḧeqî ḧeq řûřeşî pîs û zeẍel