xwaya êwe řebbî ’alemînin

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  504 Dîtin
xwaya êwe řebbî ’alemînin
xeberdarî çilonî ser zemînin
ezanin komełê îslamî cahil
be teḧrîkî ewaney mulḧêdînin
leser adabî cwanî dînî îslam
hemû der çûnû, dwakewtûy linînin
ne biřwayan be dîn mawe ne ayîn
bełê dujmin, be ayîn û be dînin
hemû munkîr be zatî eqdesî ton
řefîqî saẍî şeytanî le’înin
bełam biřway be zatî toye «şeytan»
ewaney çewte řêyan bed tirînin
wekû kirmî nexoşî sîl biławin
xerîkî meḧwî dînî muslêmînin
wekû gurgî diřendey harî xwênxiwar
xerîkî xwên mijînî salêmînin
be bê şermî teberayan le toye
hemû kwêley serokî kirmilînin
lemane komełêkyan taze kûren
hewaxahu û sena xwanî «pekînin»
ke mojyarî kirên gahê be qur’an
be îstêhza le qaqay pêkenîn
ełên em deng û base bê esase
hemû hełbestî xêłî murselînin
musłimanan le şerq û ẍerbî dunya
lenaw ladînekana, bê nigînin
xisûsen kurdî bedbextî syaçar
hemîşe mat û xembar û ḧezînin
hemîşe mał biřaw û beş xurawin
hemîşe jêr çepokey ẍasêbînin
leber cewr û cefay bêgane daym
le gyan û małî xoyan na’emînnin
wiłatyan piř le xeyrate welêkîn
betałan çûy girohî załemînin
xezêney zêř û zîwî bawik û bapîr
lenaw xakî weten yana defînin
bełam xoyan le xeyrî bê nisîbin
ewaney xełqî jûr û xor nişînin
legeł hawsê be xoşî û serbexoyî
be mał û mułkî kurdan xo ejênin
keçî kurdîş le daxana hemîşe
xerîkî ahu û nałîn û girînin
xeta herçend leser xoyane «kurdan»
legeł yekda beqar û cewr û qînin
legeł yek tał û tirş û tund û tîjin
legeł bêganeda wek hengiwînin
xwaya sa be ḧeqqî zatî pakit
bewaney lat şefî’î muznêbînin
bezeyît bê be îslama egerçî
gunahbar û řefîqî facrînin
hîdayetyan bide bo řêy ḧeqîqet
ke řêgey řastî esḧabî yemînin
bibexşe curmî şahoNasnava edebî yişt ke êwe
gunah bexşî ’umumî mucrêmînin