řebbî ême ’ebdî xotîn agedarî çon ejîn

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  541 Dîtin
řebbî ême, ’ebdî xotîn, agedarî çon ejîn
jêr çepokey komełêkî nalebarî xxxxTeksta ne aşkira
bê ewey ḧeqyan leserman bê be xxxxTeksta ne aşkira
dêne ser dêhatî bê çekman le bo kuşt û biřîn
xo ke hatîşin ewey eyken be xêzanî hejar
qet nebîsrawe le dewrey pîsî çingîzî le’în
ême îslamîn îlahî ometî fexrî beşer
bîr û biřwaman be toye û, enbyaw û muřselîn
pêşewaman «ew kelame cwanete» wa «cebre’îl»
bo xełat, hênaye xizmet «řiḧimة lil’almîn»
em girohe key mubalatyan be «ma anzilit» buwe
tabî’î qanunî kufirin bê mubalatî le dîn
řebbena to zatî pak û sêrî îsmî e’zemit
to bît û fexrî enam û enbyat û sałḧîn
zû bezû ḧeqman bisêne lem duřindane kewa
xwên mijî pîr û minałn zik diřî daykî ḧezîn
îltîmasî waye şahoNasnava edebî zû bisênê tołeman
lem girohe xwên mijaney pîsî bê îman û dîn