bîr û biřwam waye min derḧeq be hawsê û dewr û ber

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 3 Xulek  755 Dîtin
bîr û biřwam waye min, derḧeq be hawsê û dewr û ber
ew segî hare, emanîş, gurge mêş û canewer
nabê kurd lêyan emîn bê, ba hezar biřyar biden
kirdewe û cewrî lemew beryan, bihênne ber nezer
cengî eweł hêzî yonanî ke hatne «turkya»
«kurd» be nawî dînewe «wek şêr» le lane hatne der
dest be cê xoyan geyande kořî meydanî neberd
řostemane des be çek merdane tawyan dane ser
wa hucumyan birdeser dujmin wekû şêrî jyan
kun nebû xoyan, tyagirin, řojêkî wayan kewteber
selk û laşe û qaç û qul sîne û des û pê û qurg û mil
kewtibûn lew naweda bû bûne çeştey canewer
«yeşe sin kurd erselan ler» turkyay keř kirdibû
çunke kurd turkyan necat dabû le endêşe û xeter
paş ewey tozê pişûyan da, le cyatî pyawetî
bûn be gurgî harî sipłe û nane xorî sifre diř
diłnya bûn kurdekan lew xizmet û qurbanîyey
kirdibûyan bo xelasî turk le mergî muntezer
ger emîn nebwaye kurd çon ew serokaney hemû
wa be asanî egîran bo « xxxxTeksta ne aşkira» laleweř
ger be mekir û fêł û ḧîle û hêmnî nebwaye çon?
cor’etî ewyane bû bigirin «belanî nam der»
karesatî dersîm û dyarbekir û wan û erziřom
şahêdin bo bed nîhadî cinsî supłe û seg pider
«’ismet û gursêl» ke kurdin çakeyan bo kurd çîye
xo be sehwîş nawî kurdêk yan ledem nayete der
herweha «yasîn û tahay» kurdî ’êlî kakeyî
ya wekû «se’îdî» kurdî xełqî aẍceler
«pehlewî» ger kurde řaste boçî em kurdey hemû?
bê qebaḧet girtin û nardinye naw qesrî qecer?
boçî xwênî kurdekanî řişt, be cella danî furs?
boç le darî da serok komarî kurd «qazî nemir»?
kake gyan em core kurdane kewa basyan kira
bo meramî karî xoyan êmeyan wa naye quř
kurd ebê «hîway be xoyu yekyetî xoy bê» hemû
tê bikoşin pêkewe, takû le jêr bar dêne der
hewł biden ta xakî pakî mułkî kurdistan hemû
pak û xawên ken le pîsî dujminanî mał û ser
êş û azar û xirapey em giruhe xwên mije
qet lebîr naçêtewe şahoNasnava edebî heta axir sefer