kurdîne êwe bin û xwa yek komeł û yek bin hemû

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  670 Dîtin
kurdîne êwe bin û xwa, yek komeł û yek bin hemû
dujmin «miłasî girtuwe» ba dest lemil yek bin hemû
pêwîste gişt kobînewe, yek bîr û biřwa, pêkewe
hengaw binêyn bo pêşewe, yek komekî yek bin hemû
xxxxTeksta ne aşkira kurdî petî çend sałe xoy û ’eşretî
qurban edat bo mîlletî, ta serbexo û yek bin hemû
em řapeřîn û koşşey, em xwên řijan û şořşey
bo kurd û kurdistane gişt, ba pişt le pişt, yek bin hemû
diłsozî kurde « xxxxTeksta ne aşkira» bê mekir û fêłe ba wefa
řast û řewan û bê cefa yarî biden yek bin hemû
êstaş bizanin bo ewey, kurd mafî xoy zû dest kewê
pêwîste gişt amade bin, piř hêz piř çek bin hemû
şahoNasnava edebî tikatan lê eka «êwe bin û tenyayî xwa»
her yekyetî çarman eka, cya mebnewe yek bin hemû