aẍe tu xuda lat řewaye derbeder bim bo wiłat

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  658 Dîtin
aẍe tu xuda lat řewaye derbeder bim bo wiłat
eşkî xwênim bê le çawî dûr le bayzaẍa û qełat
yaxu menfî bim le koye hemcelîsim bête ẍim
’îzzet û şadîm nemênê min legeł zarî wefat
yane meḧrûm bim be carê min le erbabî wefa
herwekû derwêş xerîk bim kuçe kuçe bo dêhat
wêł û sergerdan û ’acîz dûr û arawe le yar
biçme kêw û her dû çolî mîslî zebtye bumekat
ger eto pêt xoşe qurban zîlletî ẍurbet bixom
min qebûłme emrî ’alît eykeme tacî xełat
’erz û ḧałyan da cenabit da’îrey mekteb le min
îttîfaqyan kird û bîstim hatne xizmet bo şikat
min mirîdî şay byarem ’erz û ḧałim da be ew
her dûlaman bê qisûr bîn aya hat û ya nehat
ẍeyrî sułtanî byare qet penay dîkem nîye
ew tebîbe bo ’îlacim ta birînim ka qepat
min ke ’asîNasnava edebîm pasewanî cênşînî şa ’umer
qet qebûł naka řezîl bim, aẍe me’lûm bê le lat