ey xudaye takû mawim sist û bê teqwam meke

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  790 Dîtin
ey xudaye takû mawim sist û bê teqwam meke
bîke xatrî fexrî ’alem kwêr û nabînam meke
ten zebûne û pîr û bêhêz, bê newa û derdimend
musteḧeqî řeḧmetî tom bêbeş û hîwam meke
çunke nawim mistefaye ummetî xeyrul’enam
şermesarî zatî xot û hem řesûle lilam meke
şahîdî min toy xudaye bêşerîkit pê dełêm
toş xuda meḧrûmî řewzey ḧezretî taham meke
zor peşêmanim le fî’il û kirdewey napakî xom
lêm bibûre ya îlahî řûřeş û řiswam meke
xot dezanît çend meraqme zyaretî beytulḧeram
bêtewafî ke’betulla û zemzem û mînam meke
bîke xatrî dînî îslam řêm bide bo mekke bêm
bêsewabî çûnî ’emre û hem sefa û meřwam meke
nûrî çawim lê mesêne ya semî’ û ya besîr
ey xuda dûbare deyłêm kwêr û nabînam meke
bo be cê هێناەنی emirit belkû bêquwet nebim
řûřeşî řojî ḧîsab û bê wefay dinyam meke
memke jêr dest û esîrî nefis û şeytanî le’în
ẍerqî gêjawî ’ezabî agirî lizّyErebîm meke
xo diłîş bêhêze çawî derk û îdrakî keme
bêmubalatim le zîkirî îsmekey ełłam meke
ta ḧeyatim mawe yareb ’eqił û fîkirim têk mede
şêt û sergerdan û bêhoş û wêlî nawdunyam meke
dyar be dyarî pêkenînî ẍunçeyî subḧî emel
tûşî ḧîrsî hîç û pûçî bulbulî şeydam meke
wextî nez’im pêm kerem ke fezlî ḧusnî xatîme
bênsîbî nî’metanî cennetulme’wam meke
lêwe şawey serzeniştî ewlya û çakan nebim
hem xecałetmendî şahî yesrîb û betḧam meke
memxe naw kûrey cehennem şan be şanî kafran
sernewî û çawşořî qewmî cûleke û tersam meke
’asîNasnava edebî řûy kirdote qapît her degrye û her dełê
tûşî derdî bê ’îlacî û ’îlletî sewdam meke