ḧesreta bo dînî îslam qedir û teḧsînî nema

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  908 Dîtin
ḧesreta bo dînî îslam qedir û teḧsînî nema
menhyatî şer’ û qur’an ḧeyfe perjînî nema
çî beser hat tê bifkirin ey gelî îslamekan
asmanî ’îzzetî dîn mah û perwînî nema
derk û îdrakman nemawe řojekanman her şewe
karebay cadey necatman řûn û benzînî nema
sed esef bo qewmî îslam way le xoy kird ḧesreta
heybet û samî nemawe baz û şahênî nema
çunke piştî kirde dîn û cûleke piştî şikand
şêrekanî sef şikênî dujminî dînî nema
xo be xo lêk bûne dujmin her xerîkî yektirin
dił tewella bû be carê fîkirî ayînî nema
şa şwar bû qewmî îslam bûne pyade bîl’umum
şa ke xoy mat bû yeqîne swar û ferzînî nema
kes ẍemî dînî nemawe kewtine dunyayî dûn
dił le jêr perdey qesawet çawî dûrbînî nema
ew diłey piř nûr û sefwet me’newîyatî hebû
wa ewîş kewtote şîwen ẍeyrî nałînî nema
çare û îslaḧî ême wa le dest toye, xuda
dił nexoş û bêqerare sebir û teskînî nema
qoř bipêwe kakî ’asîNasnava edebî taku mawî her biłê
daxî cergim dînî îslam şewq û tezîynî nema