zemanêke esîrit kird be xałî řût û dił û dînim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  787 Dîtin
zemanêke esîrit kird be xałî řût û dił û dînim
fîday gułzarî ḧusinit bim xerîkî zułfî çîn çînim
nîqabî perçemit lade le serbedrî cemalî xot
zyaretgahî ’uşşaqe ke řûte ke’beyî dînim
were diłber bike řeḧmê le řê xwa def’eyê qurban
be şewqî şu’leyî kułimit bide aram û teskînim
diłim teyrêkî zîrek bû be dawî zułfeket girtit
be daney xałî berçawit ke kêşat řûḧî şîrînim
sirûr û şadman bû çû be neş’ey perçemî ałit
beyadî wisłî dêrînit xerîkî şîwen û şînim
mełên çahî zenexdanit şîfa bexşî diłî řîşe
xususen min zedî xotim be da’îm dîde piř xwênim
kiławlarî kewa peşmîn leser çî ’aczî lêman
le řê xwa merḧemet fermû be lence bêre bałînim
le wextî nez’î řûḧ cana were beynê temaşat kem
bibînim xał û egrîcet le batî dengî yasînim
wesîyet bê eger mirdim le ke’bey řût biken řûy min
be řesmî ’aşiqî xot bifermû we’iz û telqînim
nekîr ger hat û lêy pirsîm gutî ’aşiq çîye dînit
dełêm me’şûqe deyzanê legeł ewda ke hawdînim
be peykanî mujet cana eger ’asîNasnava edebî be kuştin çû
le meḧşer şahîde yekser lîbas û zamî piřxiwênim