were ey şoxî perçem ał ẍezalî çaw be xumarim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  1112 Dîtin
were ey şoxî perçem ał ẍezalî çaw be xumarim
be lencet ahuyî çînî eto ey serwî gułzarim
hezaranî wekû mecnûn le sewday ’eşqî to şêtin
be omêdî wefay leyla minîş lew ḧałe beşdarim
be pencey ałî xwênawît etoy ’aşiq kuj û diłber
minîş hatûm lebo kuştin gelê lew ’umre bêzarim
ela ey murẍî xuşxiwanî gułistanî wefa fermû
be her new’ê dekey qetilim nebê bakit be azarim
be umêd daneyî xałit esîrî dawî zułifit bûm
be peymanî mujet boye biřawe cergî xunxiwarim
dway mirdin dełêm memşon le kifnîş lêm geřên yaran
şehîdî tîẍî dû ebroy ẍezalî çaw be xumarim
lejêr şimşêrî ebrota keçe xo gerdenî ’asîNasnava edebî
biłê celladî çawit bê bika qetlî diłî zarim