serdemî pêşû hêşta em hetî û hûte...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  600 Dîtin

serdemî pêşû hêşta em hetî û hûte danehatbû bo duktorî û ḧekîmî; wate em şitumeke zore ke duktor be hoy ewanewe nexoşî bo der’ekewê we ebê le nexoşekeş bipirsî ke çîte. gwaye eme bo ewe kilîlêk bê bo derkewtinî nexoşyeke. eger yekêkîş biłê babe em pirs û xwasey bo çîye, duktor ebê xoy nexoşîy nexoş bizanê û binasê. eger yekê em qiseyey kird eyken be kêwa, ełên ey duktor le nexoş nepirsê? eme çi qiseyeke to eykey.

babe ba wabê. bo piştîwanî qisekey to caran ḧekîmekan dû şityan hebû bo nasînî nexoş. yekê ehat nebzî destî egirt, yekê eyut zimanit derke bizanim barî zimanit çone? lem dû řêgawe ḧekîm boy der’ekewt ke nexoşî ew nexoşe çîye û dermanî bo destinîşan ekird. eme bîruřay ḧekîmekanî pêşû bû.

ełê ḧekîmêk her care ke eçuwe ser nexoş, her ke nebzî egirt nexoşyekey bo der’ekewt, dermanî bo destinîşan ekird û çak ebuwewe. zor kes biřwayan beme ne’ekird, dujminekanî em naweyan bo biławkirdewe û geyandyane lay padşa, ke eme diroye. padşa witî ebê taqî bikeynewe, eger diro bû leserî edeyn.

pyawî narde lay ḧekîm ke kiçî padşa nexoşe û ebê bêt bo çawpêkewtinî. ewîş hat witî bîhênin ba çawim pê bikewê û nebzî bigirim. wityan kiçî padşa hetaw û sêberî nebînîwe, êste çon ebê to destî bigrî û nebzî bigrî? witî başe le jûrêkî tir daybinên dezûyêk bibestin be destyewe, min lem dîwewe serî dezweke egirim, bew coreş etwanim nexoşyekeym bo derkewê, wityan başe.

emca çûn pişîleyekî nexoşyan hêna le jûrêka dayanna, dezwêkyan best be destyewe, serî dezwekeyan hênaye jûrekey tir, padşa û pyawmaqûłan hemû lewê bûn. ḧekîmekeş danîştibû û agay le hîç nîye, serî dezwekeyan da be destyewe. ḧekîm dezûy girt, tozê waqî wiřma, dezûy bereła kird û dîsan girtîyewe, dû sê car emey kird û her zortir serî siřma û dengîşî ne’ekird. paşan lêyan pirsî çîye bo çi deng nakey? witî nazanim biłêm çî, minîş zor serim sûřmawe. em nexoşe dermanekey goştî mişke, lewe zyatirim bo dernakewê.

padşa û pyawmaqułan hemû aferînyan kird û wityan řaste to ḧekîmît. padşa wîstî to taqî bikatewe, ewey ke dezwekey bestirawe be destewe pişîleye û ’însan nîye.