her ew ḧekîme û her ew kuře carêk ke...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  500 Dîtin

her ew ḧekîme û her ew kuře:

carêk ke amojgarî kuřekey kird witî: řołe! ke çûyte ser nexoş eger hîçit bo der nekewt bîkey be nîşaney nexoşîyekey û fîkirîşt bo ewe neçû kedermanêkî bo binwênî biłê awî bidenê, aw le hemû şit bê mizeřettire, ke hatyewe çonyetî nexoşekem bo bas bike min dermanekeyt pê ełêm.

řojêk hatin be şwênya û çuwe ser nexoşêk, her çende çawî gêřa şitêkî berçaw nekewt bîka be behaney nexoşîyekey, dinyaş sard nebû, ta biłê sermay buwe û nexoş kewtuwe. witî: eme sikî westawe awî bidenê, ewendeyan aw kird be gerûya ta cêge nema û aweke le demyewe ehate derewe, ewîş her eyut awî bidenê. wityan: cêga nemawe. witî: destûrî ken be aw, awî bidenê. ewanîş destyan kird be ḧuqne kirdinî, emîş her eyut: awî bidenê, ewendeyan aw leser û xwarewe kirde naw sikî nexoşewe, sikî nexoş wekû hîzey fudrawî lê hat, şeqeyek hat û lêk bowe! kabra řaçenî witî: ewe çî bû? wityan: nexoşeke bû şeqî bird! witî: bedaxewe lewêş be têhełdan deryan kird, hatewe bo lay bawkî karesatî gêřayewe. bawkî witî: xwa bitgirê řołe bo eqiłit, îtir lew řojeşewe kuřeyan naw na «ḧekîm qû nabê» û ew nawey biřa be sera! bawkîşî tobey kird îtir ne amojgarî kird, ne nardîşî bo ser nexoş, witî «darî jałe bê bere!»