le dastanî kurdye ełê le serdemî xoya...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 6 Xulek  697 Dîtin

le dastanî kurdye ełê:

le serdemî xoya padşayekî zor be desełat hebû û tûşî nexoşîyekî zor nahemwar bûbû. her çendî ekird boy çar ne’ekira, hemû pizîşk û ḧekîmekanî wiłat seryan lem nexoşîye sûřmabû û boyan derman ne’ekira, her dermanêkyan edaye padşa řojbeřoj xiraptir ebû. le encama pizîşkêkyan le wiłatî çînewe hêna û ew le paş ewe ke seyrî padşay kird witî padşa çak ebîtewe bew merce ew dermaney min daway ekem destikewê. padşa û hemû wezîr û pizîşkekan bem xebere be tewawî geşanewe û wityan her bew merce padşa çak bêtewe derman eger le binî erzîşa bêt peyday ekeyn. witî dermanî em derdey padşaye xwênî minałêkî sûrkarî mû zerdî çawřeşî gona panî ḧew sałane ke bidrê le leşî û pêy bihenuwê ta sê car îtir çak ebêtewe û azar le leşya namênê. emca kewtine qełemřewî padşa bo dozînewey minałêkî weha, her çende geřan minałêkî bew terḧeyan dest nekewt, kelên û qujbin nema, şar nema, dê nema, kełkî nebû. le encama wityan lem wiłate pan û dirêjeda tenha aşêk mawe ke aşewanêkî lêye negeřabîn, egîna şwên nemawe nemanpişkinîbê. wityan ba biçîn bo ew aşeş bizanîn hîç heye? ke çûne asyaweke seyryan kird tenha jin û pyawêk û minałêke û hîçî tir. ke seyrî minałekeyan kird temaşayan kird ew şitaney ke pizîşkeke witûnî hemûy lem minałeda heye. be jin û pyawekeyan wit em minałe çîtane? wityan taqe kuřmane û leme zyatir hîçî tirman nîye. îtir pyawekan dengyan nekird û hatnewe xeberyan hênayewe bo padşa ke minałêkî bew coreman le aşekonêka dozîwetewe. padşa û wezîr û pizîşkekan lem xebere wekû dinyayan serlenwê pê dirabêtewe çi xoşîyek eken bew coreyan beser hat.

emca padşa nardî aşewan û minałeke û daykekeyan hêna. minałekeyan birde lay pizîşkî çînî çawî pêy kewt, witî ew minałey ke min ełêm û dermanî derdî padşaye, emeye. îtir kewtine ser ewe ke çon em minałe lem dayk û bawkey bistênin?

’alim û wezîr û pizîşk hemû çûne bin dest bawik û daykekeyewe ke padşay memleket nexoş kewtuwe û bew nexoşîye emrê, eger xwênî minałêkî wa nedrê le leşî, we mirdinî padşayş mirdinî hemû memlekete. êste êwe bênin em minałe biden be padşa û bîken be qezawegêřî ew, padşa be giranîy minałeke zêř û zîwertan edatê. bawik û dayk ke gwêyan lem qiseye bû henawyan hate xwarewe û wityan şitî wa nabêt. bere bere xełkî tir seryan kirde seryan û wityan selametî padşa le mał û ewlad wacbitre leser hemû kesêk. êste êweş taze le beharî cwanî dan, minałî tirtan ebêt, wa bizanin em minałetan her nebuwe, ewende xełk serî kirde seryan û ewendeyan çirpand be gwêçkeyana řazî bûn.

minałyan lê sendin û be sengî minałeke zêř û zîwyan danê û minałyan bird bo lay padşa. padşa witî bîben bo lay qazî. qazîş witî bo selametî serî padşa řiştinî xwênî bê gunaḧêk wacbitre lewey ke padşa bimrêt, padşa xway ser zewîye, le nemanî ew zor û sitem peyda ebêt û biław ebêtewe. le nemanî yekêk le ehlî memleket hîç řûnada, ke wate şer’ řê eda bo serbiřînî em minałe. bem core le hemû layekewe biřyar leser serbiřînî minałeke dira, be padşa xoyşyewe, çunke xwênî em minałe bo çakbûnewey ew bû. emca padşa fermanî da be serbiřîn.

celad be xoy û kêrdyewe hate meydan, teştêkî lew lawe dana bo eme katê ke mindałeke ser ebřê xwênekey hemûy biçête naw teşteke û hîçî lê le kîs neçê, destî minałekey girt û hênaye ser peqreceke. padşa û wezîr û pizîşk hemû lew lawe danîştibûn seyrî em dîmene eken.

katê ke celadeke minałekey hêna, minałeke çawî becelad û kêrdî destî û teşt kewt, destî kird be giryan û serêkî berz kirdewe bo asman û çend carêk lêwî be yeka da û zerdexeneyekîş girtî. em dîmene bemcore serincî padşay řakêşa û bangî kird le celadeke ke minałekem bo bêne pêş ewe serî bibřî. celad pelî minałekey girt û birdye berdemî padşa. padşa mindiłekey dana wilêy pirsî řołe em giryan û lêw be yeka dan û zerdexeneyet çî bû lem wexteda? mindał wekû kanyawî îlhamî xwayî řijabê be serya zimanî kirayewe û witî padşahim hîç, îşî xot bike. padşa witî řołe ebê her pêm biłêyt. mindałeke witî herwa? padşa witî bełê ebê bîłêyt. emca kuře witî:

diłsoztirîn kes û mîhrebantirîn kes be çaw ewladewe bawik û dayke, bawik û daykî min be pare minyan le dest kirdewe û damyan be dest xencerî celadewe ke serim bibřê. řengibê êsta xoyşyan le goşeyekewe seyrî em dîmene biken, ewa destim le bawik û dayk biřa.

yekê eger sitemêkî lê bikirê eçêt bo lay qazî derdî zołim lêkirawî xoy bew ełê bo ewey ew be pêy şer’ û qanûn ḧukmî bo bika û neyełê ew zułmey lê bikirê. ke îşî min kewte berdemî qazî, qazî fitway da ke bo selametî serî padşa xwênêkî naheq biřêjênrê diruste, destim lewîş biřa. paş ewe ke eger yekê îşekey kes neypirsî, şikat ebate lay paşa bo ewe ew dadî bipirsê û be hanayewe bêt. min îşim kewte lay padşa û padşaş witî eme bo saẍ û selametî mine, ewîş fermanî da be kuştinim. be kuştinî minêkî bê gunaḧ. îtir kesim bo nemayewe. serim berz kirdewe bo asman, ḧeqme bigrîm çunke serim ebiřn û nemamî jyanim le řîşe heł’ekêşin. zerdexeneş lew kate nahemwareda girtimî witim xwaye îşekanit zor seyre, lêwîşim ke beyeka da witim xwaye kesim bo nemawetewe tenha to nebê.

padşa ke gwêy lem qisane bû serî şoř kirdewe be berdemî xoya û paşan hone hon firmêsk hate xwarewe be çawya, destî bird minałekey hełgirt xistye ser koşî xoy û maçî kirdewe û destî hêna beserya û witî řołe! manewey jyanî min le řiştinî xwênî bê gunaḧêkî wekû to pêk bêt, min ew jyanem nawê, we to le êsta be dwawe îtir kuř û cênşînî minît. fermanî da be celad ke kêrd û teştî xot labe. ełê ke padşa em mîhrebanyey nwand bere bere azarekeşî le koł kewt û elemî têda nema.