lew sere mela weysî cifar hebû behoy řimił...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  602 Dîtin

lew sere mela weysî «cifar» hebû. be hoy řimił û cefrewe destî bo ’erş û qurş dirêj ekird û paşeřojî hemû şitêkî lêk edayewe û eyda be destewe. řojêk kabrayek eçête lay pêy ełê to em hemû şite ezanî û em hemû nihênyane aşkira ekey, keçî agat lê nîye jineket le małekey xota małeketî kirduwe be małî bacî zemzemewe; çwar eřwa û heşt eçê. mela weysî ke eme ebîstê şêt û har ebê, şîr û xencer û demançe heł’egrê be pele eçêtewe bo małewe jinekey bikujê. ke nizîkî mał ebêtewe ekewêtewe bîrî ke ew hîç jinî nîye.