holako pelamarî beẍday da mu’tesem axir...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  656 Dîtin

holako pelamarî beẍday da. muste’sem axir xelîfey ’ebasî bû, holako wîstî bîkujê, pyawanî ayînî wayan biławkirdibowe ke eger xelîfekanî ’ebasî nemênin dinya axir ebê. em qiseye be corê biławbibowe tenanet ber gwêy holakoyş kewtibû, we bû be tirsêk le diłya.

le paş gelê sê û dû kirdin lem babetewe axir qisey hate ser ewe witî muste’sem bigirin û bîxene naw libadêk û bîsûnewe. eger temumj û nîşaney dinya axir bûn peyda bû, ewa beřełay ken û minîş waz lem fîkireye dênim, eger xo hîçîş řûy neda îtir be carê bîkujin. le řastîda hênayan wekû ew witî wayan lê kird, seyryan kird hîç nîşaneyekî dinya axirbûn peyda nebû. înca hênayan le «1242»y mîladî kuştyan û binemałey ’ebasî be dest holakowe be tewawî dwayî hat.