hejar gêřayewe witî lew sere paşayek hat be...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  585 Dîtin

hejar gêřayewe witî:

lew sere paşayek hat beserya ke yasayek dabnê le yasay padşakanî pêş xoy neçê û emîş be dahênanî em yasaye nawêk bo xoy derbika. fermanî derkird ke ebê le qełemřewî ewda şew bibê be řoj û řoj bibê be şew; wate ew îşaney ke be řoj ekirên ebê be şew bikirên, be řojîş xełk bo xoy binwê.

řojêk -ke şewî ewe- hesta çuwe bazař bizanê merdim fermanekeyan le gwê girtuwe? ke çû seyrî kird wa pîneçîyek momêkî dagîrsanduwe û leberî danîştuwe û pîneçêtî eka. witî kabra ewe to ew momet bo dagîrsanduwe? kabra witî qurban eger şew karî be demewe nekem be îşekey řojim pêwe beřêwe naçim.