miḧemmedî mela kerîm boy gêřamewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  599 Dîtin

miḧemedî mela kerîm boy gêřamewe witî:

kabrayekî řûẍzayî eḧmedî şaswarî naw bû. jinêkî «eḧmed biřne»yî hênabû. kabra jinêkî tirîşî hebû. ke jinî taze egate małî mêrdekey, hewêkey bem core be xêrhatnî eka:

bexêr hatî, be xoş hatî
beser pênc û dû şeş hatî
beşermewe û řûřeş hatî
lay xotan kêr bû qatî
min lêre bûm to bo hatî?

ewîş wełamî edatewe ełê:

bêfeř xaze, dengit waze
popit çermug wek kilke seg
ḧepet xirawtir le dêłeseg
min ke hatim bo to hatim
ba bîzanî min kêm? fatim
etřetênim ta ew xware
awat ekem le awbare
cwanî min bû dengî dawe
gişt řûẍzayî hatnew nawe
berzyan kirdo şanî xoyan
minyan kirde tacî seryan
ke hatim min le wiłatî xom
bo dîqî to wa kewtime xom

ḧeme se’îd begî caf gêřayewe witî:

lew deştî «kelar»e pyawêk hebû ḧeme’elî naw bû, birayekîşî hebû ḧemey naw bû. ḧeme tozê şêtoke bû, gwêdrêjêkyan hebû. ḧeme’elî be ḧeme ełê ḧeme nekey tema’ bikeyte gwêdrêjeke. ḧemeş ełê kake min çon şitî wa ekem, min ew kere be daykî xom ezanim, pyaw çon mirxî epeřête ser daykî xoy.