serdemî desełatî şêx meḧmûdî ḧefîd le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  852 Dîtin

serdemî desełatî şêx meḧmûdî ḧefîd le suleymanî, şêx le ḧacî mistefa paşay yamłikî tûře ebê û emir eka bîgirin. ḧacî mistefa paşa ke ezanê îş zor xetere û eger lew wexteda bîbene lay şêx meḧmûd eykujê, dête ser ewe xoy bişarêtewe, hîç penayek nadozêtewe ewe nebê ke pelamarî qur’anêk bidat û biçêt bo girdî seywan.

be pelepřozê qur’anêk heł’egrê û eçê bo girdî seywan, lew kateda pyawekanî şêx meḧmûd eybînin û heřa eken be şwênya, ewîş gurc leser qebrêk da’enîşê û dest eka be qur’an xwêndin. pyawekan dên eygirin û eyben bo lay şêx meḧmûd, şêx dest eka be qise kirdin û pêy ełê to îşî nabecê ekey û qomîtet le dijî min kirduwe. ewîş ełê ya şêx! be qebrî daykim min agam le hîç nîye û be tewawî terkî hemû şitêkim kirduwe. ewe lew pyawane bipirse bizane minyan le kwê hêna? min leser qebrî daykim bûm û qur’anim bo exwênd, ḧeqî zor be sermeweye.

şêx em qiseyey be lawe seyr ebê, çunke ezanê diro eka, daykî çî û qur’anî çî! legeł emaneşa ełê biřo ba xatrî qebre diroznekey daykit bê. le řastîşda qebrî dayk nebû, herwa çûbû leser qebrêk danîştibû û bo ew řoje kirdibûy be daykî xoy.