mizgewtî ḧacî mela řesûł hebû le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  544 Dîtin

mizgewtî ḧacî mela řesûł hebû le suleymanî. beynî nîweřo û ’esir bû, kabrayekî şarezûrî hatbû bo şar, le bazař kewayekî kiřîbû û çuwe ser tateberdekanî mizgewtî ḧacî mela řesûł. kewa şiřekey xoy dakend û ew kewa tazeyey leber ekird. kewa bew tazeyye her çendî ekird naw qedekey ne’ehatewe yek, tund tund řay’ekêşa û her eyut; ya ẍews! bikem we qing daykitewe wesay xeyat bo kewayek pêt dagim. ewende be tundî lê enewî, zorî lê kird, kewa şîřeyekî lêwe hat û diřa. lew wexteda kabra ewende be tîn enewê lem la û ew lay kewake xoyşî tiřêkî kend. gwêm lê bû witî tiř û şîřey kewa we goř bawik xeyateke! em şarîye dewît bawkane êjî çûne «bêsełmên», ladêy we kafir ezanin, we şîře řazî nawin tiřşyan gereke.