besteyek bo hejarî

şî’rî paplyo nîrodaye
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 3 Xulek  1220 Dîtin
ey hejarî
lew katewe le dayk bûm
bedwamewey
le kilorî dirextewe
zistanî sard û sextewe
çawî zeqit tê biřîwim
le keleber û kunewe
hemû şewê
teq teqî kilîl û kiłom
nawekey to ehênê bom
legeł nîşan û řegezta
dîmenî xwêdanî şikaw
cilubergî kon û diřaw
şiřîy pêław
sił kirdinî pê bexşyûm
her le parêzî mina bûy
be kełbe têr nexoreket
be çawanî birsîtewe
demî xołemêşîtewe
cil edřênî
dar eşkênî
êsqan û xwên eprwênî
lêre û lewê bedwamewe
wekû sêber
le kołan û şeqamewe
lew katewe le dayk bûm
le jûre biçkolekemda
le guzerda
tom edî çîçket kirduwe
çaweřêm bûy
ke perdey textey nûstûm
le utêlêkda la eda
le řojanî gencêtîma
lecêy bon û beramberî guł
fîşkey demî siřit buwe
ey hejarî!
şwênim kewtî
le sekene û xestexane
le serdemî aştî û şeřa
her ke min nexoş ekewtim
teq teq le dergayan edam
bełam ewey ehate lam
pizîşkî derdekem nebû
bełkû to bûy ey hejarî
ke ehatîtewe bo lam
şitekanit fiřê edam
bo çeqî řêgawbanekan
ke pyawekan
pêyan ekird berde baran
toşim edî çen destubird
bew peřî řiq û qînewe
le şitî feramoş kiraw
le çeqî řê û berbarana
textêkî řizîwit ekird
serperiştît ekird wird wird
serpeştî hejarekan
emdî keçon defrî dwayî
ekey be tacî paşayî
êstaş eme ta minim min
ey hejarî!
ke pîşeme şwên to kewtin
to diłřeq bûy
boye minîş wa diłřeqim
embînî goranî ełêm
legeł hemû hejarêka
to goranîy min ebîsî
lejêr perdey gişt textêka
le xestexaney sitema
goranîyekey min ebîsî
ey hejarî!
takû mabim
hîç des berdarî to nabim
le çwar lawe řawit ekem
abłûqey mirdinit edem
etkem be nîşanî tîrim
etkem be dîl û yexsîrim
nînokekanit eşkênim
kełbet yek yek der’ehênim
lenaw deryay řawkarana
le gişt şwênê
le qułayî kanekana
le hercêye
pyawî lêye
ke wa areqî řeş û şîn
lenaw çawan esřinewe
şî’rî minew eyłênewe
destî sipî û dyarîn ême
hemû řojê
legeł kirêkarî çinîn
nan ebexşîn
begişt nanewaxanekan
ey hejarî!
to le kwê bî
goranîm berz ebêtewe
jyanî min ejêtewe
xwênekem be qułpî xebat
ałay zerdî to la ebat
şa’îrî konî řabirdû
toy zor belawe pîroz bû
nemir bûy, toy lela, çak bû
dûkełî lela xorak bû
takû serdemyan beser çû
bełam wa min
be agirî şî’ir û witin
text û bextit esutênim
le papořêkit exzênim
min û ewaney wek minin
zor dax le dił û dujminin
be derdêkî ewtot ebeyn
weha şar bederit ekeyn
lem erze cêt nebêtewe
fiřêt edeyne mangewe
ta lewêwe
wek bendîyekî sard û siř
serinc dey be çawêkewe
bo ew nan û hêşwaney
dinyay sibey egirnewe