her le gundî wertê dû kes heł’estin eçin...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  969 Dîtin

her le gundî «wertî» dû kes heł’estin eçin bo řawemêş. «megez»gelêk esûřênewe hîçyan dest nakewê. le axra leser kanîyek da’enîşin, kutupiř mêşêk enîşê be nawçewanî yekêkyanewe. ewey ke mêşekey be nawçawewe nîştotewe be bê ewe qise bika «fîtoyek» bo kabray hawřêy da’ehêłê û be pence îşare eka bo nawçewanî xoy û ełê ewe mêşêke bîkuje. kabray hawřêy fîşek exate ber tifeng û teq gulleyek enê benawçewanî kabrawe û eykujê. dyare lew wexteda kabra dem û lêwî lêk ebêtewe û didanî der’ekewê. emca ewîtir pêy ełê; ma giřekey ekey? ma lêm nedaye? yanî boç pê ekenî? bo çî lêm nedawe?