legundî wertê lew xoşnawetîye xełkeke...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1030 Dîtin

le gundî «wertî» lew xoşnawetîye xełkeke kobûnewe wityan biçîn bo lay mîr bo dîdenî û ebê dyarîşî bo berîn. hatne ser ewey ke «nêrî»yekî bo berin. bełam «ḧeçe» be bê destinwêj biçête xizmetî mîr nabê. hênayan xistyane ḧewzêkewe û le awekeyan heł’ekêşa. her ke deryan ehênayewe «nêrî» xoy řa’eweşan bo ewey aweke le xoy bitekênê tiřêkî ekend. eyanut pekkû destinwêjekey şika.

be her core bû destinwêjyan pê girt û tiřkendin dwayî hat. birdyan bo mîr û mîrîş ser û cût kewşî sûrî be xełat danê û geřanewe. le geřaneweda hemû leser taşeberdêk danîştin û qaçyan şoř kirdewe seyrî kewşekanyan ekird. paşan seryan lê têkçû û neyanzanî kame qaçî kamyane ta hełîkêşnewe, herwa řep lewê manewe û řoj direng bû. le awayî çaweřêyan ekirdin, le encama hatin be dengyanewe, seyryan kird hemû lewê wişk danîştûn û qaçyan řakêşawe. ewanîş seryan lê têkçû û neyanzanî çonyan hełsênin. emca «mamotik» hat darêkî hiłgirt yeke yeke eyda be qaçyan, dyare êşî pê ega, qaçî ecûłanewe. mamotik eygirt û bexawen qaçî ewt ewe qaçî to. ewîş hełî’ekêşayewe û eřoyşit. ke hemû řoyştin, wityan eger mamotik nebuwaye ême lêre hemû wirç û de’ba eyxiwardîn.