ḧeme begî ḧacî řesûł beg gêřayewe witî le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  832 Dîtin

ḧeme begî ḧacî řesûł beg gêřayewe witî: le taryer ’êl serewjûr ebûnewe bo kwêstan, dû swarî binarî hełebce bewêda tê epeřn, temaşa eken wa dû kuřî ’eşîretî kemałeyî çałêkyan hełkenduwe, pyawêkî řîş sipî xerîke nan û mast exwa. kuřekanîş be layewe qinîçkeyan kirduwe û seyrî eken. swarekan epirsin le kuřekan ełên eme çîye? ełên bira eme bawkimane pîr bûge boman nagate kwêsan, ’êl xiřey kird çû, ême becê magîn welayewe. nan û mastiman bo danyage bîxwa, ew çałeşman bo hełkendige, ke nan û mastekey xward, bîxeyne çałekewe daypoşîn baqel û dał lem çołewanyeda neyxiwa, xêra êmeş biçîn we şwên ’êlda byangeynê.

pyawey hejarîş wa her xerîke miłçe miłç nan û mastî xoy exward û bizebiz seyryan eka, nazanê dinya çi base.

witî witman, kuře hey zołîne eme êwe çî eken, ewanman daye ber qonaxe tifeng derman kirdin û pyawekeman xiste paşkoy xoman û hênamanewe. bexêwman kird ta ’êl geřayewe bo şarezûr, hetîwekan bawkekeyanman pê danewe, heta çend sał dway ewe her ma û paşan ’emrî xway kird.