hêmnî şa’îr boy gêřamewe witî kuřêk hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1097 Dîtin

hêmnî şa’îr boy gêřamewe witî:

kuřêkî zîrek hebû lew sere legeł desteyekî řefîqya carêk xerîkî şerab xwardinewe û kaẍezbazî bûn. xeberyan bo hêna wityan bawkit mird. witî hemû kes emrêt. wityan kewtote naw bîrî ḧewşeketanewe, tirincawete nawyewe dernaçêt. witî ew bîrey małî ême xom eyzanim şêrîş bikewête nawyewe tyaya etirincê û emrê; êste ew çon tyaya namrê? destîşî her be kaẍezekaneweye û kaẍez fiřê eda.,ełê naye kořeke becêy bêłim.

wityan biço derî ke. witî wextî xoy min nem’etwanî le şwênî xoy bîcûłênim, êste çon etwanim ke tirincawete ew bîrewe derîkem. wityan başe ême derî ekeyn le bîreke, bełam legełman were ba biçîn kifin û difnî keyn û bînêjîn. witî mirdûşor heye, xo min nayşom, biçin bîhênin ew eyşiwa, eger zêř û zîwîş bê min biřwa be êwe ekem biçin bînêjin, minî nawê.