bo şede

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  524 Dîtin
le payîzî heşta û heşta
bedem şepolî tasewe
«sirwe», «şede»y hênayewe
yekem şew bû geşayewe
lew baxewe
yekem şew bû kirayewe
be dyarîy babe û dayewe
be çepkê mam û xałewe
şede řûy kirde małewe
***
çawî gêřa
małêkî bê minałî dî
bê bize û girugałî dî
ke jûrî dî, ke hołî dî
hêlaney çoł û hołî dî
ne bêşkeye û ne sawaye
dengî giryanî lê naye
***
bebê dengî hawarî kird:
min noberem
ew neferem
xoşewîstî û nazim heye
giryanî min cirîweye
çen çikolem, hênde gewrem
meřwanne curim û şêwem
têkderî bernamey êwem
her be tenha bo min elwê
ke şew giryam hîç kes nenwê
de bimnasin
bebê min bo hîç kwê naçin
***
toş ey şede biçkoleke
be wêney beçke çoleke
gułe taze geşoleke
bicrîwêne
geş binwêne
xoşewîstiman bidwêne
le bêşke û colaney naza
sozî ême û xot řajêne
emřo sibey giřugał ke
hêlaneket zortir qał ke
gife û bive û zerdexene
besermana biken şine
herçî małê bê mindałe
ba şîrînîş bê her tałe
bexêr hatî serçawman
sozey cerg û henawman