kabrayekî kurd řojêk ebê be mîwanî pyawêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  884 Dîtin

kabrayekî kurd řojêk ebê be mîwanî pyawêk, nan da’enên. mîwane yekem parû heł’egrê bîba bo demî xane xwêke ełê bira řaweste paruweket muwêkî pêweye. kabra îtir paruweke da’enê û ekêşîte dwawe. xanexwêke ełê ewe bo çî çûyte dwawe? ewîş ełê be xwa bira ewende berçaw teng bî weha seyrî parûy hewełim bikey, min em nanem pê naxurê.