pyawêkî simayl ’uzeyrî ebê be mîwanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  930 Dîtin

pyawêkî simayl ’uzeyrî ebê be mîwanî melayek. mela dewrîyekî biçûk çêştî birinc legeł dû sê nan ehênê û be mîwaneke ełê fermû. kabraş dest dirêj eka bo parû, mela destî egrê û ełê kitêb efermuwê bismîla bike, egîne şeyatîn û cinoke legełman exon. ke le nan xwardin ebnewe mela ełê çawit lê bû bismîla çend be bereket bû? kabra herçende têrîşî nexwardibû be naçarî witî bełê qurban wase.

çend řojêkî pê çû û beřêkewt mela ebê be mîwanî kabray simayl ’uzeyrî. kabra lengerêkî zil nan û řon û şilkêne ehênê û day’enê ełê fermû. mela qołî lê heł eka eyewê biłê bismîla, kabra tund destî egrê be ser demya û ełê we kelam bêjî bismîla dem û diganit eşkênim. to eger azay hey cin hey cin bike. xoy her dû qołî řa’eweşênê û dest eka be hay cin hay cin bêno bêno.