ḧeme ’elî mela miḧemmed gêřawyewe witî carêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  848 Dîtin

ḧeme ’elî mela miḧemmed gêřawyewe witî:

carêk le «çinarane» řojî cim’e ebê û xełkeke hemû eçin bo nwêjî cim’e, le nwêjî cim’eşa ebê çil kes bin, ewan sî û no ebin. çaw egêřn seyr eken mame ḧeme nehatuwe, eçin be dwaya ełên pyawetît bê were ba cimmi’ekeman tewaw bibê, ewîş ełê xo mał û bîst nîye. min dû kuřim le cim’e daye, be xuday babim pê bêt û naynime ber pê, le kwêwe hatûn biçnewe bo ew şwêne.