her ew gêřawyetî witî le gundî ’allay...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  895 Dîtin

her ew gêřawyetî witî:

le gundî «’allay» mam pîrdawid eçû bo şar, jinan dewryan lê da, her yeke çend dirawêkyan daye boyan bidat be şit. jinêk le naw jinekana ewîş çû be lay mam pîr dawid witî: mam pîrdawid be sedeqey serit bim, wî mecîdyem lo bere lom bide be dû gez cang lo awerkiras çim nîne.

mam pîrdawid dû geze cangî lo hêna, pilke hamîn awerkirasêkî zor tesk û tirûskî lê kird û hendêkîşî mayewe, day be serya û çû le naw jinekana destî kird be şayî û eyut: hawerkirasim be hawerkirastan, çeqełaneçeqełane: leçkeşim be bertan.