kabrayekî zeftye fêr bibû ke eçuwe ḧemam...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  684 Dîtin

kabrayekî zeftye fêr bûbû ke eçuwe ḧemam û ehate derewe be ḧemamçîyekey ewt małit awa bê û lêy eda û eřoyşit, be bê ewe hîç parey ḧemam bidat. wextî waşbû maławayyekeşî ne’ekird řast lêy eda eřoyşit, boyeş way ekird çunke zeftyeye û xełk nawêrin qisey legeł biken. řojêk leser ’adetî caran eçê bo ḧemam, xoy řût ekatewe eçête ḧemame germeke. katê dêtederewe, seyr eka cilekanî hîçî nemawe, tenha postałe çekeke û qayşe diřawekey piştî nebê. ewîş be ḧemamçîyeke ełê: kwa cilekanim? ḧemamçîş ełê: nazanim cilit hebuwe yan netbuwe, biřwa nakem hetbûbê. ekewne kêşewe, le axir kabray zeftye heł’estê postałekanî ekate pêy û qayşe şiřekey ebestête piştî û eçê le berdemî kabray ḧemamçîda teq selamêkî bo egrê û řû ekate xełkeke û ełê:

xełkîne be wîjdantan min bem core hatûm bo ḧemam? ḧemamçîş ełê: bełê bew core hatûy, to bo ḧemam nehatûy, bo sêberî eşkewtî casane hatûy, yekê biçê bo sêberî eşkewt, dyare germayetî, eçê bo ewe fênkî bêtewe; ke wate leber germa xoy řût ekatewe. kabra zeftye tê’ega ke ḧemamçî le kwêwe qise eka.