dû pyaw lał lew serewe le řêyekî çoła...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  724 Dîtin

dû pyaw lał lew serewe le řêyekî çoła beyek egen, yekemyan lewî tir epirsê: i’’eririrê bibra giggyan bibbo kwê i’’uẍir i’’ekkey? kabray dûhem wa tê’ega em pyawe gałtey pê eka, bełam gwê nadatê. emîş epirsê: i’’ey bibbira giggyan i’’e tito bibo kikkiwê i’’eçî? kabray yekem wa tê ega ke pyawey dûhem gałtey pê eka û lasayî ekatewe, tûře ebê û ełê: ḧiḧḧîzî kikeran bibbaw! bibbo çî lassisayîym ekeytewe? dûhem îtir tûře ebê û ełê: hihhey sisseggigbab, bibboççî ciccinêwim diddeytê? i’’ey titto bibo çî lassisayîym i’’ekeytewe?

bem core lem witeyek û lew duwan lêyan ebête ceng. paş ewey baş leyek heł’eden we heryek temaşa eka ewey tir lałe ełê: xixxo i’’ewe xixxom weham. ewîtrîş ełê: kikkure mimnîş wiwwek titom. emca dest ekene milî yek û her yeke řêy xoy egrê û eřwa.