le sine le mizgewtî faruqye le serdemî mela...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  604 Dîtin

le sine le mizgewtî faroqye le serdemî mela ’elîda micewrêkî lê bû şel bû, destêkî koç bû, çawêkî nebû, serêkî zîrginî pêwebû. mîrza mehdyekî munşî hebû, pyawêkî dewłemend û xanedan bû, zeman fêrî tilyak kêşanî kirdibû, le řêgay tilyaka hemû mał û samanekey dořandibû, cêgay nemabowe bo sitar girtin, tenya mizgewtî faroqîye nebê. eger be swałkirdin, weya be řeşedzî dû qeranêkî dest kewtaye eyda be tilyak. sûçêkî penay dîtbuwewe le ḧewşey mizgewteke, eçû lewêda tilyakekey ekêşa. le paş beynêk micewreke pêy zanî û destî kird be qise witin pêy; ke to çon le ḧewşî mizgewtida tilyak ekêşî. mîrza mehdîş leber bê deretanî hemû qiseyekî lê qebûl ekird. bełam micewreke her le tamya nehêşt û her eyut to le mizgewta çon tilyak ekêşê. mîrza mehdî îtir le wizeya nema, witî aẍey xadmî şelî kwêrî kuçî keçeł, xwa ewenne mîhrewanîy nekirduwe legeł toda wa ewenne to le serî ekeytewe û mizgewtekey bo eparêzî, wazim lê bêre ba be derdî xomewe bitlêmewe, çes eyjî be kirahe gîryagî bo ewe leser xu abkeytewe.