le suleymanî lew geřekî serkarêze pyawêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  560 Dîtin

le suleymanî lew geřekî serkarêze pyawêk hebû meḧmûy naw bû, xuşkêkî hebû fatmî naw bû. meḧmû mindałêkî zorî be řîşewe bûbû, her le beyanyewe boy ekêşan ta êware başarî ne’ekird. fatmîş her xerîkî awkêşan bû boyan. zortirîş ke meḧmû eçuwewe şitî ebirdewe tûşî fatim ebû ke eçû bo aw. řojêk le katî hatûçûda meḧmû le fatim epirsê: çonî? ewîş ełê: çonim, lem małeda xwa le min û to bedbextitrî dirust nekirduwe, to herxerîkî ḧemałî û min her xerîkî awkêşî.