mela sałḧî koze panke le barey ḧecewe we’zî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  602 Dîtin

mela sałḧî kozepanke le barey ḧecewe we’zî da’eda, ke her kese carêk biřwa bo małî xwa, xwa le hemû gunahî xoş ebê. ḧiseynî mela le kořî we’zekeda bû, witî mamosta eger yekêk neybû ebê çî bika? mela sałḧîş witî ke neybû hîç, ba her lo xoy gunahan bika. witî eger xanûyekî hebû, xanuwekey bifroşî û pêwe biçê bo ḧec, ya her gunahan bika? witî ḧiseynî mela xo min kifirim nekird ew qiseyem kird, deba bîfroşî û biçê ḧecî xoy bika. emcare witî tuxwa mela sałḧ! min be to erêm, ewa kabrayek xanyekey firoşt û çû lo ḧecê, ewa ḧecî kird ya dêtewe ya nayetewe. eger hatewe lekwê danîşê? eger nehatewe ebê le ḧecê le marî xudada bê, ew wexte xuda lê napirsê erê hey ker! to çûyt xanî xot firoştîye hatûyt lêre le bin marî mina danîştît û minetî min herdegrî, de heste heřu lo kwê deçî biço. ke hatewe lêreş xanî nemaye, dest le gunanî berewjêrtir! eme řêgaye to lo ew ẍerîbey da’enêy? mela sałḧîş witî ḧiseynî mela çuswanim to bûyte mi’amî ew kabraye deba neçêt û milî wird bibê. her loxoy gunaḧan bika ta çawî derdêt we bizanê ḧec lo min deka?