ḧeme begî ḧacî řesûł beg gêřayewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  606 Dîtin

ḧeme begî ḧacî řesûł beg gêřayewe witî:

kabrayek hebû lew cafetîye «şaneze»yan pê ewt, dostêkî hebû lenaw goranekana zor zor hatuçûy ekird, pêy ewt bira to berî cût û gaket beşt naka, min destim eřwa le lay meḧmû paşa pêy êjim bitka we segewan le lay xoy, hem ewî we ême, hem nanêkî fireşt dest ekewê. be byanûy em qisew îtir hemû řojêk le małî kabray gorane bû, êwarê galokî xoy heł’egirt û eçwewe bo małî xoy le hobekeyan, beyanî dîsan ehatewe. kabray goranîş leber ewe řojyan kułabû be dest kurdekanewe, le bełê bew lawe û le nan bo danan bew lawe hîçî tirî bo nemabû.

ew sałe leserçû, kewte payîz ’êl geřayewe bo germyan .kewte behar dîsan ’êl serewjûr buwewe bo kwêstan, kabra nasrawêkî tirî hebû lew deştî şilêre bîstibûy ke nexoşe, her be dem koçewe çû serêkî lêda û bo nîweřoje lewê bû. paşan witî bira wa koç řoyşit, twê biřom pya bigem, lêre we ser pêwe hatim serêktan lê dem, ême eçîn bo kwêstan. eger nexoşeketan mird xotan xoş win, řêgam dûre natwanim le kwêstanewe bigeřêmewe. eger we xêr lew serewe geřaynewe bo germyan la edem û serexoşyekî tirtan lê ekem, îtir we do’a.

ke geyştine kwêstan dewaryan damerzand û cêgîrbûn, paşan destî kirdewe be hatuço kirdin bo małî goraney dostî, emcar řojêk be kabray goraney wit bira we paşam wit bitka we segewan, ewîş fermûy xase, bełam ba her le êstawe pêt bêjim xase, wa bizane to wît we segewan lay paşa, paşa mird to îtir segewanyeket namênê, ekewîte barekey xot. min her le êstewe xerîk ewem îşêkî tirit bo bidozmewe. we xêr ke ’êl geřayewe bo germyan, ew wexte xewerit bo enêrim toyş bê bo ewê. toy bêyt bo małê ême, îşeket pê êjim û yek dû řoj çawit pêman ekewê û dway ewe egeřêtewe bo kwêstan. eger ew wexte çerçîş hat bo êre û mûrgî pê wu toxwa nextê mûrgî kwêstanîş bîrane bo dezwênkî ew kenîşke bêfeře biçûke, ke her dawa le daykî eka. îtir em qiseyeş bû be pêxorî ew sałeyan, kabray goraneş çarî ne’ema her eyut xwa le birayetî û hawserî kemtan neka.