sey zubeyrî tałşî hebû gêřayewe witî lew...
sey zubeyrî tałşî hebû gêřayewe witî: lew lacane bo «peswê» eçûm bo xizmetî mela ’ebdułłay peswê bo xwêndinî řyazyat, řêm kewte małêk be mîwanî, pyaweke le mał nebû, xêzanekey hat be pîrmewe řaxerî bo řaxsitim, bexêrhatnêkî germuguřî kirdim, her xêra mencełî xiste ser agir, lew lawe ḧewcoşî daye pał bo ça, her be demîşyewe bexêratnim eka, ewende marîfetî legeł nwandim xom le xoma terîq ebûmewe, zorî pê neçû nanêkî têr û teselî dirust kird û çay pê geyand.
lew kateda ke ew hemû şitêkî ḧarz kirduwe mêrdekey hatewe. çawî bew nan û xwane û be min kewt nawçawî têkda û pîşî kird. axrekey xoy bo řanegîra witî erê afret hîç we bizanî min dîwaxanim danawe to le małî bawkit emet hênawe, wa em xwanet řazandotewe bo em kabra geřîdeye. witî minîş ewa wexte biçim be ’erzekeda. jine witî pyaweke to bo çî wa ekey? eme melayekî ser ’erze, em małe her çende mîwan řûy tê ka xwa zyatrî eka, to bo çî xwa way lê kirdûy? řûyş ekate min ełê kake mela to feř û bereketit hênawe, bo xatrî ew qur’ane, ke xwêndûte eger diłgiran bibî û nanî xot be tewawî nexoy. witî be her cor bû çend parûyekim xward û lêm da řoyştim. jine be řêy kirdim ta berqapî û her diłî edamewe, pyaweş her bołey ehat û le şwênî xoy necûła.
witî çûm bo peswê û le paş çend mangêk geřamewe bo sabłax. lem serîşewe řêm kewte małêk û lam da. her ke serim kird be małekeda pyawêk be řûyekî xoş û demêkî be pêkenînewe pêşwazî kirdim û birdimye jûrewe, řayexî bo řaxsitim û wekû şekir be demmewe etwayewe. gurc hesta milî gîskêkî girt day be ’erza serî biřî, girûy û mencełî hêna xistye nawyewe û naye ser agir û ḧewcoşî xiste pał bo ça. witî jinêkîş lew lawe danîştibû her pirtewbołey lêwe ehat, ḧeram bê le şwênî xoy necûła, ke seyrî ekirdim wekû seyrî beraz bika wabû. kabra be her cor bû jiney hestan birinc û řonî pê hêna û pêy xiste ser agir, bełam pyaweke xoyşî her xerîke, be dest îş eka û be dem qisey xoş legeł min eka, jineş le xutewbołe bew lawe hîçî tirî ledest naye, ta dest eba bo şitêk wekû bikêşin be tewqe serya waye. witî minîş beme zor ’aciz bûm, bełam řûxoşî pyaweke û giftuliftî gilî dabûmewe.
be her cor bû nan pê geyşit û jine nanî tê kird, be la lûtêkewe hênay dayna û gwêm lê bû witî ha, bîkene quzłiqurtitan. min dîwaxanim řagirtuwe her řoje ne řojêk yekêkim bo dênêt. witî be řastî diłim zor nařeḧet bû, le geł pyawekeda pêkewe nan exoyn, witim «sibḧan alilhErebî». pyawe witî mamosta gwê mederê, nanî xot bixo, mał małî mine, ew se’ate pêy zîndû ebmewe ke le xizmet zatêkî wekû toda danîşim. witim bira sibḧan alilhErebîkem bo jinekey to nebû bo beserhatêk bû ke lem sefereda çawim pê kewt. witî tuxwa mamosta çî buwe? witî minîş be tewawî bom gêřayewe ke çend mangê lemew pêştir eçûm bo peswê, le fiłane şwêna řêm kewte małêk, jin û mêrdêkî lê bû, jineke heta biłêyt berçaw têr û şajin bû, pyaweke be pêçewaney ewewe zor çiruk û berçawteng bû, ke çî hatme êre be ’eksî ewem çaw pê kewt, pyaweke ta ewpeřî pyawetî pyaw jinekeş nazanim biłêm çî.
pyaweke zerdexeneyekî kird û dengî nekird, witim toyş ebê lem zerdexeneye xotim tê bigeyenî. witî mamosta ew jiney ke to lewêda çawit pêy kewtuwe ewe xuşkî mine, em jiney minîş xuşkî mêrdekey ewe.