her ḧeme ’elî gêřayewe witî le qeşan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  603 Dîtin

her ḧeme’elî gêřayewe witî:

le «qeşan» parçe berawêk heye, danrawe bo mela ke bîka be bêstan bo xoy. bêstan hatote berhem û xeyar û tirozî û hemû şitêkî têdaye. řojêk desteyek eçin xeyarêkî zor ekenewe û leser kanyek le nizîk bêstanekewe da’enîşin û dest eken be xwardinî. mela eçê beseryana ezanê eme le bêstanekey ewyan hênawe.

mela ḧesen hebû le pêşa le «wiłaẍlu» bû, małî barî kirdibû û çûbû le qeşan danîştibû. mela eçête lay mela şikat eka ełê ew desteye hatûn bêstanekemyan řinîwe û hemûyan xwarduwe. mela ḧesenîş ełê mela emane tawanêkî gewreyan kirduwe, şer’ efermuwê emane be řoj byanbe le bêstanekeda ḧepsyan bike, be şewîş byanbe małewe newek heřa biken, heta sê çwar řoj, paş ewe byanhênewe, minîş xot ezanî leser seferim ta ew wexte egeřêmewe, kitêb çî fermû bew core cezayan edem.

mela ełê ke wate mela ḧesen bew core to ełêyt min ebê dabeste řabgirim. min em şer’e nakem û hîçim nawê, ba biçin be řêy xoyanewe. mela ḧesen ełê bawkim nabê, eger to êsta berełayan bikey îtir fêr ebin dizî řeçaw eken û toyş ebî be hawbeşî gunaḧyan. mela xwa xway bû řizgarî bibê, keçî mela ḧesen wazî ne’ehêna, eyut ḧukmî şer’ ebê cêbecê bikirêt.